Li Wanê otomobîlek ji rê derket: 2 mirî, birîndarek

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê, otomobîlek ji rê derket û qulibî.

Di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li ser rêya Bêgirî û Wanê li nêzîkî gundê Şiwêkarê, otomobîla ku şofêrê wê H.Ç. yê 35 salî bû ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û qulibî.

Di encama bûyerê de şofêr H.Ç., G.T.yê 58 salî û Y.T.yê 32 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgiriyê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê G.T. û Y.T. canê xwe ji dest da.

Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya şofêr baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst