Artêşa Tirkiyê û çekdaran mizgeftek topbaran kirin: Qurbanî hene

30-12-2021
RÛDAW
Nîşan Zirgan Til Temir Heseke Artêşa Tirkiyê Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar Zirgan û gundewarên wê topbaran kirin û di encamê de yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn. Mizgeftek bû armanca êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar.

Artêşa Turkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê îro navçeyên Zirgan û Til Temir ên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û di encamê de li gor çavkaniyên xwecihî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, êvara Îro, grûpên çekdarên opozisyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê, mizgefta navçeya Zirganê li herêma Serê Kaniyê, li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi tundî topbaran kirin.

Li gor zanyariyan û di encama topbarana li navçeyên Zirganê û Til Temir de, hemwelatiyên bi navê Cumane Nehat, Cewahir Mûsa Nehat û zarokê bi navê Elam Elî Îsa yê 2 salî, jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîlên din jî birîndar bûn.

 

 

Di encama êrişa Tirkiyê de zirar û ziyaneke mezin gihiştiy Mizgefta Zirganê û di dîmenan de derdikeve, ku mirovek raste rast dikeve, ber wê topbaranê.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve vê heyama dawî êrişên xwe yên li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, taybet jî li devera Til Temir û Zirganê zêde kirine û heta niha çendîn sivîl bûne qurbanî û gelek kes jî koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst