Beştaş: Bernameya maseya 6 partiyan tenê temîrkirinek e

31-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiyê derbarê mijarên di rojeva Tikriyê de civîneke çapemeniyê saz kir û “Metna Lihevkirina Polîtîkayên Hevbeş” a maseya 6 partiyên opozisyonê jî nirxand.

Maseya 6 partiyên opozisyonê ku ji CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Seadet û Partiya Demokrat pêk tê, “Metna Lihevkirina Polîtîkayên Hevbeş” ku bingeha sereke ya manîfestoya hilbijartinê û bernameya hikûmetê û berbijarê serokomariyê pêk tîne, roja Duşemê eşkere kir.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiyê duh Duşemê 30ê Çileya 2023yan derbarê mijarên di rojeva Tikriyê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Daniş Beştaş têkildarî Metna Lihevkirina Polîtîkayên Hevbeş a maseya 6 partiyan got: “Ne çareseriyeke bingehîn e, lê tenê wek temîrkirinekî ye, em wek partî ligel wê yekê ne ku guhertinên bingehîn çêbibin."

Beştaş got: “Projeyeke restorasyonê ye, li gor tiştên berê ligel raya giştî hatin parvekirin em dizanin. Dibêjin em dê vê û wê biguherin, ji çareseriyeke bingehîn, avaker û radîkal zêdetir, tiştên ku AKPê avakirine wek bê edaletî, bê qanûnî, bê demokrasî û bê yasayabingehîn bûnê hinek jî be dixwazin temîr bikin. Lê berê AKPê û dema AKP nû hat jî li vî welatî her tişt ne gul û gulistan bû. Nêzîkatiya me ne ew e em zerarên xwe sererast bikin lê tiştekî lê zêde nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst