Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber baran û teyrokê çûnûhatina welatiyan zehmet bûye û hişyarî tê dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.
Roja Çarşemê 31ê Gulana 2023an li parêzgeha Erdexanê ji şeva borî ve baran bariyaye û di roja duyemîn de jî ligel baranê teyrok bariyaye.
Herwiha ji ber barana zêde kolan û cadeyên navenda parêzgehê di bin avê de mane û çûnûhatina welatiyan zehmet bûye.
Bi taybetî li Erdexan, Artvin û navçeya Goleyê barîna baranê berdewam e û tîmên berpirs hewl didin rê li zehmetiyan bigrin.
Saziya Keşnasî a Tirkiyê ragihandiye ku li seranserê Tirkiyê dê bo dema hefteyekê barîna baranê berdewam be û welatî divê tedbîrên pêwîst werbigrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse