Şandeyeke Almanyayê li ser Komkujiya Dêrsimê lêkolîn kir

31-05-2025
Ali Haydar Gozlu
Şandeya Almanyayê / Wêne: Rûdaw
Şandeya Almanyayê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Almanya Şande Komkujiya Dêrsimê Lêkolîn
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Şandeyeke ji Almanyayê bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ziyaret kir û li ser Komkujiya Dêrsimê lêkolîn kir.

Ew şande ji Zanîngeha Ruhr a Bochumê di çarçoveya Projeya Dîroka Devkî ya 1937-38an a Dêrsimê de çûye Dêrsimê.

Ew şand ji 18 kesên pispor pêk tê û di nava wan de 3 profesor, 3 rojnameger, 6 xwendekar û 6 kesên ji Dêrsimê hene.

Yek armancên projeyê jî ew e ku bûyerên li Dêrsimê çêbûne di nav akademî û xelkê Almanyayê de zêdetir bên zanîn.

Yek ji Rêveberê Projeya Dîroka Devkî ya 1937-38an a Dêrsimê Yaşar Kaya got:

“Em 18 kes ji bajarê Bochumê yê Almanyayê ji bo komkujiya 1938an hatine Dêrsimê. Di nav me de 3 profesor, 3 rojnamegern, 6 xwendekarên Alman û 6 kesên Dêrsimî hene.

Em li gel xebatkarên ku ji bo projeya 1938ê kar dikin hatine. “

Şandeyê di çarçoveya geşta projeyê de Hiniyê Dizdu wate Kaniya Dizan a li Newala Miriyan kir ku yek ji cihên Komkjiya Dêrsimê ye û 70 kes lê bi kom hatibûn kuştin.

Şande piştî lêkolînên li wê derê jî çû ser gorên qurbaniyên komkujiyê.

“Min xwe gelekî taybet hîs kir”

Xwendekara Zanîngeha Ruhr a Bochumê û Xebatkara Projeyê Viviane Bandyk jî got:

“Em li gel hevalên li vê derê di projeya Dêrsim 38ê de kar dikin. Em çûn serdana Duzgun Baba û cihekî gelek hestiyar û min xwe gelekî taybet hîs kir.

Me çûn gelek cihên komkujiyê. Pêwîst e bibêjim ku ez gelekî hestiyar bûm û li hinek cihan giriyam.”

Sala 2008an Dêrsimiyên li Ewropayê Komîteya Projeya Dîroka Devkî ya 1937-38an a Dêrsimê damezrand.

Komîte ji wê demê ve li gel şahidhalên Komkujiya Dêrsimê hevdîtinan dike û belgeyan tomar dike da ku êş û azarên xelkê Dêrsimê neyên jibîrkirin.

“Em dixwazin civaka bizanin ka bi rastî li vê derê çi çêbûye”

Dîrektorê Projeya Dîroka Devkî ya 1937-38an a Dêrsimê Doç. Dr. Christian Gudehus jî got:

“Ev projeyeke dokumenterî ye. Ew hevdîtinên di vê projeyê de hatine kirin bi zimanê dayikê hatine kirin.

Ev ziman ji aliyê gelek kesan ve nayê zanîn û kêm tê zanîn. Em transkrîpa van tomaran ji zimanê dayikê dikin.

Wergerî zimanê Almanî û Tirkî dikin. Em wergerên wan ên Tirkî jî girîng dibînin ji ber ku em dixwazin civaka Tirk jî van vîdeoyan temaşe bike, guh bide van şahidhalan û bizanin ka bi rastî li vê derê çi çêbûye.”

Yek armancên projeyê jî ew e ku bûyerên li Dêrsimê çêbûne di nav akademî û xelkê Almanyayê de zêdetir bên zanîn.

“Li ser axa me gelek mirov hatine kuştin lê kes nizane”

Xebatkarê Projoeyê Ahmet Canpolat jî got:

“Li ser axa me hew qasî mirov hatine kuştin lê cîhanê hay ji vê yekê nîne û kes nizane.

Ji bilî Dêrsimiyan kesekî nebihîst. Miletê Tirk jî hîn jî vê meseleyê bi başî nizane.

Lê em dixwazin dengê kesên ku sala 1938an bi kom hatine kuştin bigihînin cîhanê û me ji ber vê yekê ev proje çêkir.”

Şande 23ê Gulanê çûbû Dêrsimê. Piştî hefteyek ji lêkolînên li ser Komkujiya Dêrsimê roja înê careke din vegeriya Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst