Dusseldorf (Rûdaw) - Berê plana hikûmeta Brîtanyayê hebû ku koçberan bişîne Rwanda lê têk çû.
Sedema sereke jî biryareke yekalîker a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bû.
Hikûmeta Brîtanyayê niha amadehiyan dike ku penaberan bişîne Kosova, Albanya û welatên din.
Hêmin Ebdullah çû Kosovayê û bi hevkarên xwe re wan belgefîlmek li ser serxwebûna wî welatî û şert û mercên jiyana xelkê wê piştî serxwebûnê çêkir.
Ew welatekî bi pirsgirêk û pir xizan e jî. Li nîveka bazara bajarê paytext Prîştînayê, hûn dê bi dehan kesan bibînin ku rûniştine û awazên pir xweş û dilbir dibêjin.
Dema ku hûn nêzî wan dibin, hûn dibînin ku ew hemî parsek in.
Her çend Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Stammer rojên dawî behsa Kosovayê nekir û got ku ew bi hinek welatan re di danûstandinan de ye da ku koçberên ku dozên wan ên penaberiyê li Brîtanyayê hatine girtin bişînin wir lê Seroka Kosovayê Viosa Osmani dan û standinên nefermî li gel Brîtanyayê veneşartiye û welatê wê jî ji bo gengeşeyeke zêdetir amade ye.
Her di van rojan de, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kiriye ku ji bo dersînorkirina koçberên ku ji Fransayê bi qeyikê bi rêya Kanala Îngilîz digihîjin Brîtanyayê, amadekariyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse