Dusseldorf (Rûdaw) - Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxe ya Brîtanyayê, tenê di hefteya borî de 542 koçberan bi 10 qeyikên biçûk xwe ji Fransayê û bi rêya Kanala Înglîz gihandin Brîtanyayê.
Her wiha 99 koçberan jî ku hewl dabû bi qayikan derbas bibin û rastî rewşeke dijwar hatibûn, ji aliyê hêzên deryayî yên Fransayê ve hatin rizgarkirin û li Fransayê hatin vegerandin.
Her di hefteya borî de di operasyoneke hevbeş a hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Brîtanyayê de li bajarê Silêmaniyê 3 kes bi tawana qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.
Ajansa Neteweyî ya Sûcê ya Brîtanyayê (NCA) ragihand ku ew 3 kesên hatine desteserkirin têkiliya wan bi Amanc Hesenzade re hebûye ku dawiya sala borî li Brîtanyayê bi 17 sal ceza lê hatibû birîn.
Ew jî piştî ku hate piştrastkirin ku bi dehan koçber bi awayekî neyasayî gihandine Brîtanyayê.
Ji wan 3 kesên destserkirî yek jê 38 salî ye û karê qaçaxbirina mirovan ji Yunanistanê ber bi Îtalyayê kiriye.
Kesê duyem di salên xwe yên 40î de ye û karê hewaleyan kiriye û kesê sêyem jî di salên xwe yên 30î de ye û tawanbar e ku simsarî ji qaçaxçiyan re kiriye û koçber ji wan re peyda kirine.
Amanc Hesenzade bi sedema rûniştineke vîdyoyî hate eşkerekirin ku sala 2021ê li Kurdistanê jê re hatibû kirin û tê de wekî "qaçaxçiyê herî baş" hatibû naskirin.
Polîsên Brîtanî vîdyoyê li ser YouTubê dibînin û wî digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse