Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê berî bidawîbûna dema diyarkirî deriyê wergirtina genim li ber cotkaran girt.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku ji bo wergirtina genimê cotkaran roja dawî 31ê Tîrmehê ye.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji Rojavayê Kurdistanê, roja 25ê Tîrmehê deriyê navendên wergirtina genim, li ber berhemên cotkaran hatiye girtin û ev yek jî li cem cotkaran bûye cihê matmayînê û pirsê.
Desteya Çandinî û Avdaniyê 24ê Tîrmehê ragihandibû ku 31ê Tîrmehê proseya kirîna genim tê rawestan û hemû navendên ser bi Kompanyaya Pêşxistina Çandiniyê ve têne girtin.
Li gorî zanyariyên Desteya Çandiniyê, heta 11yê Tîrmehê milyonek û 9 hezar ton genim ji cotkaran hatibû wergritin.
Cotkar dixwazin genimê wan bê wergirtin lê li gorî wan çavkaniyan hinek cotkaran hîn jî pereyên xwe nestandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse