Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekê eşkere kir.
YPJyê ragihand ku şervan Arîn Serhedê (Bahar Ugun) li Kobaniyê di êrişeke artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
YPJyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Arîn keça malbateke welatparêz e ku bav û birayê wê jî di nava xebatên welaparêziyê de canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de li ser her du xwişk û birayan hat gotin, “Her du xwişk û bira bi zanebûna hevaltiya rast û di oxira Kurdistanê de bûn lehengên dilwêrek ên şoreşa me.”
Li gorî daxuyaniya YPJyê, Arîn Serhed li Erziromê ji dayîk bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye.
Bavê wê jî dema di nav xebatên şoreşê de bûye canê xwe ji dest daye û birayê wê Rêzan Rûken jî tevlî refên gerîlayan bûye.
Vê bûyerê bandoreke mezin li Arînê kiriye û ew jî sala 2015an tevlî refên şoreşê bûye.
YPJyê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Arîn Serhed û gelê Kurdistanê re xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervana YPJyê wisa ye:
Arîn Serhed: Navê wê yê fermî Bahar Ugun e û li Erziroma Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 3yê Nîsana 2024an li Kobaniyê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse