Rêwaz Fayeq peyameke pîrozbahiyê arasteyî xelkê Kurdistanê û cîhanê kir

31-12-2019
RÛDAW
Nîşan Rêwaz Fayeq Kurdistan Sersala 2020 Pîrozbahiyên Sersalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi boneya sersalê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Kurdistaniyan û cîhanê kir.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, bi boneya sersalê peyamek belav kir û  sala nû li hemû xelkê Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Dr. Rêwaz Fayeq di peyama xwe de, hêviyên xwe bo aramî û tebayiyê û herwiha bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan di sala nû de der birîne.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê dibêje, “Hêvîxwaz im, em sala nû bi aramî û tebayî bi rê bikin û sala çareserkirina pirsgirêk, qeyranan û binyatdanîna baweriyê be di navbera hemwelatî û desthilata siyasî bo ku li gel hev, derfet pêk bînin ta Kurdistan, ber bi pêşveçûneke berçav di astên ciyawaz de bi xwe ve bibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst