Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in di demeke nêzîk de kabîneya nû were avakirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Pêkanîna Hikûmetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sersala nû peyamek belav kir û got, "Mixabin bi mebest rê li ber pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hatiye girtin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de behsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, "Em hêvîdar û daxwazkar in ku di demeke nêzîk de, kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn ku mixabin, bi mebest rê li ber pêkanîna wê hatiye girtin."

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

"Bi boneya hatina sala nû ya zayînî ya 2026an, germtirîn pîrozbahiyê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdistaniyan dikim û hêviya saleke tijî şadî û aramiyê ji wan re dixwazim.

Sala borî, sala gelek destkeft û encamdana gelek projeyên girîng û stratejîk bû, di heman demê de sala asteng û dijwariyan bû.

Bi piştgiriya Xwedayê Mezin û xweragiriya xelkê niştimanperwer ê Kurdistanê, sala borî me karî reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warên curbicur de, bi taybetî jî dabînkirina karebaya berdewam, çareserkirina pirsgirêka kêmaviyê, avakirina rê û pirdan û baştirkirina binesaziya darayî û bankî bi encam bigihînin û em di xizmetkirina zêdetir a xelkê Kurdistanê de berdewam in.

Em hêvîdar û daxwazkar in ku di demeke nêzîk de, kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn ku mixabin, bi mebest rê li ber pêkanîna wê hatiye girtin.

Pêwîst e êdî berjewendiyên bilind ên Kurdistanê nebin qurbaniyên berjewendiyên ti aliyekî.

Her wiha em hêvîdar in kabîneya nû ya federal jî, di paşerojeke nêzîk de, li ser bingeh û liberçavgirtina prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê were pêkanîn.

Sala nû li hemû kesî pîroz be û her tim di nav şadî û tenduristiyê de bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst