Hewlêr (Rûdaw) - Dîzaynerê navdar ê modayê Giorgio Armanî di 91 saliya xwe de koça dawî kir.
Koma şirketên Armaniyê li ser platformên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û bi xemgîniyeke kûr mirina Giorgio Armanî ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Armaniyê ku her tim ji aliyê xebatkar û hevkarên xwe ve bi rêz û heyraniyê dihat bibîranîn, li gel hezkiriyên xwe bi aramî koça dawî kir û heta rojên xwe yên dawî bêwestan xebitî.”
Hat diyarkirin ku termê Giorgio Armanî dê 6-7ê Îlonê li Şanoya Armaniyê ya li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê ji bo sersaxiyan were danîn.
Hat ragihandin ku merasîma cenazeyê wî dê li ser wesiyeta wî bi taybetî ji bo endamên malbatê bê kirin.
Giorgio Armanî demên dawiyê bi pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di rojevê de bû.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê jî li ser platforma medyaya civakî ya Xê ji ber mirina Armanî peyamek belav kir û got:
“Giorgio Armanî di 91 saliya xwe de ji nav me bar kir.
Zerafet, sadeyî û afirîneriya wî heybet da modaya Îtalyayê û îlham da hemû cîhanê.
Îkonek, kedkarekî bêwestan, sembola aliyên herî baş ên Îtalyayê. Ji bo her tiştî spas.”
Gelek kesayetên navdar ên ji cîhana moda, huner, siyaset, werziş û çandê yên Îtalyayê ji ber mirina Armanî peyamên sersaxiyê parve kirin.
Giorgio Armanî kî ye?
Giorgio Armaniyê ku li Îtalyayê wekî “Şahê Modayê” û “Re Giorgio (Şah Giorgio)” jî tê naskirin, 11ê Tîrmeha 1934an li bajarê Piacenzayê yê li bakurê Îtalyayê ji dayîk bûye.
Armaniyê ku beriya bikeve cîhana modayê perwerdeya bijîşkiyê dîtibû, piştî ku li rêze firoşgehan a La Rinascenteyê wekî dîzaynerê vîtrînan dest bi kar kir, sala 1975an markaya xwe ya bi navê xwe damezirand.
Giorgio Armaniyê ku bi karê xwe di demeke kurt de ferqeke mezin çêkir û şêwaza cil û bergên amade yên Îtalyayê li cîhanê belav kir, markaya Armanî li qadên cuda yên wekî Emporio Armanî, Armanî Exchange û Armanî Beauty jî berfireh kir û qad firehtir kir.
Şirketa Armaniyê ya ku bûye dêwekî modayê, salane nêzîkî 2,3 milyar euro dahat bi dest dixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse