Şirketek dê hişê çêkirî ji bo fêmkirina zimanê heywanan bi kar bîne

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Baidu Hişê Çêkirî Ajel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her kes dixwaze ji pisîk û kûçikên xwe fêm bike û zanibe ew çi dixwazin.

Şirketeke teknolojiyê ya Çînê di hewldanekê de ye ku bi rêya hişê çêkirî, dengê heywanan wergerîne ser zimanê mirovan.

Şirketa Baiduyê ya ku wekî “Googleya Çînê” tê naskirin ji Hikûmeta Çînê xwest ku belgeya mafê xwedîtiya bîrokeya wergerandina zimanê ajelan pê bide.

Mirovayetî demeke dûr û dirêj e hewl dide ku ji dengê ajelan fêm bike û ev gava şirketa Baiduyê wekî hewldana herî dawî ya di vî warî de tê hesibandin.

Baidu dixwaze zanyariyên ajelan ên wekî deng, tevger û nîşanên fizyolojîk kom bike.

Şirket dixwaze bi rêya hişê çêkirî wan amaran ji bo ku were zanîn di çi rewşê de ajel çi tevgerê dikin, hest bi çi dikin û çawa bi rêya deng tînin şirove bike.

Piştî fêmkirina vê yekê, dengên wan dê ji bo hevokên watedar ên zimanê mirovan werin guhertin.

Baidu di daxwaza xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku avakirina sîstemeke wisa “dikare rê li ber fêmkirineke kûrtir û pêwendiyeke baştir di navbera ajel û mirovan de veke”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst