Li Îdirê cureyeke nû yê çivîkan hat dîtin

13-05-2025
RÛDAW
Nîşan Picus viridis Darkutek Îdir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi Darkutekê kesk re, hejmara cureyên çivîkên li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê hatine qeydkirin derket 349an.

Li gundê Çiratsorê yê navçeya Qulpê ya Îdirê xebatên xelekkirina çivîkan ku ji aliyê Komeleya Bakurê Xwezayê ve tên meşandin, berdewam dikin.

Di xebatên ku heta niha ji aliyê komeleyê ve hatine meşandin de, hat tesbîtkirin ku li Bihuşta Teyran a Arasê 316 cure û li tevahiya bajêr jî 348 cure dijîn.

Darkutekê Kesk (Picus viridis) li Îdirê ket torên Komeleya Bakurê Xwezayê.

Ekîba Bakurê Xwezayê, piştî ku xelek xist teyrê û daneyên pêwîst qeyd kir û ew dîsa berda xwezayê.

Bi Darkutekê Kesk re, hejmara cureyên teyran li seranserê bajêr derket 349an û hejmara cureyên teyran ên li Bihuşta Teyran a Arasê jî derket 317an.

Serokê Komeleya Bakurê Xwezayê Prof. Dr. Çagan Şekercîoglu diyar kir ku Bihuşta Teyran a Arasê dewlemendiyeke xwezayî ya pir girîng e.

Çagan Şekercîoglu derbarê xebatên ku li herêmê dimeşînin agahî da û got:

"Me ji sala 2006an û vir ve zêdetirî 180 hezar çivîk xelek kirin. Piştî vê sezonê ev dê nêzîkî 190 hezarî bibe.”

Şekercîoglu anî ziman ku sezona xelekkirina çivîkan berdewam dike û got:

"Di vê sezonê de nûçeya herî xweş ew bû ku me cara ewil li parêzgeha Îdirê û Bihuşta Teyran a Arasê Darkutekê Kesk girt.

Me wekî cureyekî nû Darkutekê Kesk girt û ew xelek kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst