Hewlêr (Rûdaw) - Sarah Dzafceya ku wekî Şabedewa Fînlandayê (Miss Finland) hatibû hilbijartin, ji ber skandala nijadperestiyê taca xwe û nasnavê xwe winda kir.
Organîzatorên pêşbirka bedewiyê di konfêranseke rojnamegeriyê de ragihand ku Sarah Dzafceyê taca xwe winda kiriye.
Rêxistinê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ti awayê nijadperestî û tevgerên cudakar qebûl nakin û ji ber bûyerê lêborîn xwest.
Tara Lehtonena ku di pêşbirkê de bûbû duyem jî wekî şacbedewa nû ya Fînlandayê hat diyarkirin.
Tara Lehtonena ji Helsînkiyê li ser hesabê xwe yê Instagramê got, "Ez soz didim ku ez dê vî sernavî bi serbilindî û rêzgrtineke kûr hilgirim."

"Tevger wekî nijadperestiyê hat şîrovekirin"
Dzafceyê meha îlonê taca Şacbedewa Fînlandayê danîbû serê xwe.
Li gorî nûçeya televîzyona Yleyê ya Fînlandiyayê, piştî ku wêneyekî wê yê gumanbar li ser platformeke online derket, ew li ser medyaya civakî rastî bertekên tund û linçkirinê hat.
Di wêne de tê dîtin ku jina ciwan çavên xwe bi tiliyên xwe dikişîne.
Her wiha nivîsek jî li wêne zêde kiriye ku li gorî Yleyê tê wateya "çûyîna xwarinê ya bi Çîniyekî re."
Ev tevger bi awayekî berfireh wekî heqaret û biçûkxistina mirovên Asyayî hat şîrovekirin.

"Pêşî parast paşê lêborîn xwest"
Dzafceyê destpêkê tevgera xwe parast û îdia kir ku wê ji ber "serêşeke dijwar" tenê çênikên xwe miz dane û çavên xwe vekirine.
Lê belê di konfêransa rojnamegeriyê ya roja pêncşemê de, wê ji ber bûyerê lêborîn xwest û bi taybetî ji gelê Asyayê daxwaza lêborînê kir.
Dzafceyê got, "Nijadperestî bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse