Hewlêr (Rûdaw) -Sûlava Tortumê ya li Erzeroma Bakurê Kurdistanê ku ji bo Lîsteya Mîrata Çanda Dinyê ya UNESCOyê jî namzed tê nîşandan bala geştyaran dikişîne.
Li navçeya Azortê ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê Sûlava Tortûmê ku bo lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê berendam hatiye nîşandan, piştî helîna berfê û barana zêde ya îsal geş bûye û bi hezaran geştyar bo dîtina wê serdana sûlavê dikin.
Geştyar Ahmet Guçlu dibêje: “Pêwîst nake em behsa vê derê bikin, tenê dîtina wê bes e. Ew bi xwe herî xweşik û baş behsa xwe dike.”
Ligel geştyarên ku ji derveyî Tirkiyê hatine geştyarên parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bo dîtina sûlavê tên parêzgehê.
Geştyar Yildirim Taymiş jî got: “Ez 56 salî me û cara yekeme ez têm vê derê. Li gor min di cîhanê de cihekî herî xweşe ku divê bê dîtin. Li cihê ku biçin Nigarayê bila bên sûlava Tortûmê.”
Li cîhanê piştî Sûlava Vietorio ya li Afrîqa û Sûlava Nigara ya li Amerikayê, Sûlava Tortûmê bi firehiya 21 metre û ava xwe ya ku ji 48 metreyan tê xwarê sêyemîn sûlava mezin e. Li gor amarên Parêzgariya Erzeromê salane nêzîka 15 hezar geştyar serdana wê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse