Hewlêr (Rûdaw) - Li Taylandê jineke 65 salî ya ku dihat zanîn miriye û xistibûn tabûtê, beriya merasîma cenazeyê zindî derket.
Dema ku xizmên wê li perestgehê bûn, deng ji tabûtê hatin û hat fêmkirin ku jinik sax e.
Li gorî nûçeya Bangkok Postê, birayê wê jinê diyar kir ku rayedaran şevek berê agahiya mirina wê daye wan.
Piştî temamkirina karên fermî, wan cenaze bi tabûtê biriye perestgeha Wat Rat Prakhong Thamê ya li herêma Bang Yaiyê.
"Deng ji tabûtê hatin"
Rayedarê perestgehê Pairat Soodthoop ji APyê re axivî û diyar kir ku ji ber nebûna belgeya fermî ya mirinê, nexweşxaneyê bexşîna organan qebûl nekiriye.
Pairat Soodthoop da zanîn, dema ku ew li benda belgeyan bû, deng ji tabûtê hatine.
Dema deng jî tabûtê tê ew tabûtên vedikin û dibînin ku jina pîr tevdigere û nefesê distîne.
Teşhîsa hîpoglîsemiyê
Jinik demildest sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Nexweşxaneyê ragihand ku nîşanên krîza dil an têkçûna bêhnstandinê pê re nînin.
Hat diyarkirin ku hîpoglîsemiya giran (daketina şekirê xwînê) bi wê re heye û tedawiya wê didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse