Hewlêr (Rûdaw) - Damezrînerê Amazonê Jeff Bezos û rojnameger Lauren Sanchez li bajarê Venedîkê yê Îtalyayê bi merasîmekê dizewicin.
Dawet bi beşdariya kesayetên navdar û bi amadekariyên di asta şahaniyê de tê lidarxistin.
Her çend ev dawet bûk û zava kêfxweş bike jî şênî û geştyarên bajêr jê ne razî ne.
Geştyarê Amerîkî Greg li ser daweta Jeff Bezos û Lauren Sanchezê got:
“Bêyî ku em zanibin dawet dê were kirin em hatin vir, destpêkê hinekî ne xweş bû lê heta niha me tiştekî neyînî nedîtiye.”
Daweta Bezosê 60 salî û Sancheza 55 salî wekî yek ji dawetên herî biha tê nirxandin.
Tê texmînkirin ku merasîm dê ji hefteyekê zêdetir bidome û dê ji 55 milyon dolarên Amerîkî zêdetir lêçûna wê hebe.
Bûkê ji bo ku di daweta xwe de li xwe bike 27 cil û bergên taybet amade kirine.
Merasîma dawetê ya sereke dê 28ê Hezîranê (sibe) were lidarxistin.
Tê payîn ku di rojên pêş de nêzîkî 100 balafirên taybet dawetiyan bigihînin Venedîkê.
5 otelên herî luks ên bajêr bi tevahî ji bo nêzîkî 200-250 dawetiyan hatine veqetandin.

Gelek kesên navdar beşdarî merasîmê dibin.
Di nav wan de Ivanka Trumpa keça Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevjîna wê Jared Kushner, her wiha stêrkên wekî Leonardo DiCaprio, Kim Kardashian û Oprah Winfrey jî dê di dawetê de amade bin.
Organîzatoran bi kirêkirina herî kêm 30 taksiyên avê ji şîrketên cuda yên Venedîkê veguhastina mêvanan dabîn kiriye.
Şêniya Venedîkê Sarayê jî bertek nîşan da anî ziman:
“Ji me re hat gotin ku Jeff Bezos pereyan xerc dike lê bajarê me ne hewceyî pereyên milyarderan e, hewceyî sîstemeke aborî ya saxlem û adil e.”
Li ser bertekên ku ji şêniyan hatin, Jeff Bezos biryar da ku ji bo parastina xwezaya Venedîkê û parastina bajêr ji bandorên guherîna avhewayê 3 milyon euro bexşandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse