Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şêrwanê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê komeke ku li Zozana Bacavanê gera xwezayê dikir, gumgumokên bideq dîtin.
Demsala biharê li Bakurê Kurdistanê geşt û gerên nava xwezayê zêde dibin.
Jîngeparêz li Zozana Bacavanê yê navçeya Şêrwanê ya Sêrtê rastî gumgumokên bideq hatin ku kêm peyda dibin û nifşê wan di bin metirsiya nemanê de ye.
Gumgumokên deqdeqî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê hene û zû bi zû nayên dîtin.
Geştyar û jîngeparêzan çavdêriya gumgumokên bideq kir û bi telefonên xwe dîmenên wan girtin.
Geştyarê Nezîr Elçîçek got, “Di encama vê geşta xwe de min di jiyana xwe de cara ewil gumgumokên bideq dîtin ku berê min di televîzyonan de dîtibûn.
Bi qasî dizanim cureyê wan di bin metirsiya nemanê de ye û divê kesên vê derê ziyaret dikin bi baldarî nêzîkî wan bibin.”
Tenê li Bakurê Kurdistanê tên dîtin
Gumgumokên bideq tenê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê hene.
Akademîsyenê Zanîngeha Semsûrê Mehmet Zulfu Yildiz jî got:
“Gumgumokên bideq li welatê me cureyekî endemîk e. Li welatê me tenê li hinek bajarên wekî Amed, Semsûr, Xarpêt, Meletî, Dêrsim, Mûş, Çewlig û Sêrtê tên dîtin.”
Gumgumokên bideq curekî endemîk û bejahî ne û tenê mehên nîsan û gulanê di dema hêkkirinê de dikevin nav avên paqij û piştre dîsa li xwezaya xwe ya bejahî vedigerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse