Pilingên li Dîlokê kêf kir: Îro roja wan e

29-07-2025
RÛDAW
Nîşan Roja Pilingan a Navneteweyî Dîlok Piling
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo pilingên li Parka Jiyana Xwezayî ya Dîlokê, bi boneya "Roja Pilingan a Navneteweyî" menuya taybet hat amadekirin.

Ji bo zêdekirina baldariya parastina pilingan her sal 29ê Tîrmehê wekî Roja Pilingan a Navneteweyî tê pîrozkirin.

Di vê çarçoveyê de ji bo pilingên li Parka Jiyana Xwezayî ya Dîlokê menuya taybet hat amadekirin.

Piling bi kokteylên cemedê hênik bûn û wan vê kelekela germa havînê di hewzan de wextekî xweş derbas kir.

Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Celal Ozsoyler diyar kir ku li Parka Jiyana Xwezayî ya Dîlokê 10 piling hene.

"Me kokteylên rengîn ên goşt amade kirin"

Celal Ozsoyler da zanîn ku ew bi baldarî pilingan xwedî dikin û got:

“Em îro Roja Pilingan a Navneteweyî ya wan pîroz dikin. Me ji bo wan menuya taybet amade kir.

Me kokteylên rengîn ên goşt amade kirin. Kêfa ziyaretkeran jî pir ji vê çalakiyê re tê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst