Hewlêr (Rûdaw) - WAFAyê ragihand ku "di encama gulebarana hêzên Îsraîlê " de herî kêm 30 Filistînî hatin kuştin û 115 kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê (WAFA) "dema ku li herêma Mewasî ya Refahê bi sedan sivîl ji bo gihîştina alîkariyên mirovî di tevgerê de bûn, di encama gulebaran hêzên Îsraîlê yên ji wesayîtên zirxî bi awayê rasterast" de herî kêm 30 Filistînî hatine kuştin û 115 kes birîndar bûne.
Çavkaniyên herêmê dibêjin ku êrişên bi vî rengî di rojên dawî de zêde bûne ku Îsraîl "bi hedefgirtina xalên belavkirina alîkariyê sivîlan dikuje û vê yekê bi awayekî sîstematîk dike."
Hat ragihandin ku tenê di çend rojên dawî de di êrişên Îsraîlê de 17 sivîlên din ên ku li benda alîkariyê bûn hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse