Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Karên Derve yên Swêd, Belçîka, Holenda û Lîtvanyayê cuda cuda ji Rûdawê re ragihand ku ew ji rewşa mirovî ya li Xezeyê dilgiran in û wan alîkariyên mirovî gihandine wê herêmê.
Her wiha van çar welatan diyar kir ku pêwîst e Îsraîl ji bo hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo wê herêma Filistînê hemû hewlan bide.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji her 10 kamyonên barhilgir ên ku digihîjin Xezeyê, yek jê tê belavkirin, yên din ji aliyê komên çekdar an jî xelkê birçî ve tên desteser kirin.
Her wiha li wê herêmê ji her sê kesan yek kes hefteyê sê danên xwarinê dixwe.
Rewşa mirovî ya herêmê welatên cîhanê û hejmarek rêxistinên navneteweyî dilgiran kiriye.
Derbarê vê yekê de Wezaretên Karên Derve yên Belçîka, Holenda, Swêd û Lîtvanyayê pirsên, edîtorê deska navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa bersivandin
Swêd: Me 38 milyon dolar alîkarî daye Xezeyê
Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji Rûdawê re got, "Swêd ji bo sala 2025an di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de duyemîn mezintirîn dabînkerê alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê ye."
Wezareta Swêdê her wiha got, "Rewşa mirovî ya Xezeyê karesat e û êşa xelkê sivîl ê herêmê nayê pênasekirin."
Wezaretê eşkere kir ku ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve welatê wan bi qasî 690 milyon kronên Swêdî (38 milyon dolarên Amerîkî) alîkariya mirovî gihandiye Xezeyê û ji wê alîkariyê milyonek dolar ji bo alîkariya zarokan e.
Wezareta Karên Derve ya Swêdê got:
"Astengkirina Îsraîlê ya gihandina alîkariyên mirovî ji xelkê Xezeyê re nayê qebûlkirin û em hemû hewlan didin da ku zextê zêde bikin û (rewşa mirovî ya li Xezeyê) biguherînin."
Belçîkayê: Ji sedî 14,3yê bûdceya me ya alîkariya mirovî ji bo Filistîniyan bû
Ofîsa Ragihandina Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê ji Rûdawê re got, "Par me 27 milyon euro (31,4 milyon dolar) wekî alîkariya mirovî da Filistînê (Şerîeya Rojava û Xeze) ku ev dike ji sedî 14,3yê bûdceya alîkariya mirovî."
Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê her wiha got ku îsal 7 milyon euro (8,14 milyon dolar) dane Ajansa UNRWAyê ji bo alîkarîkirina xelkê Xezeyê û Şerîeya Rojava.
Wezaretê eşkere kir ku plana wan a alîkariyên din jî ji bo wan herêman heye.
Derbarê rewşa mirovî ya herêmê de Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê amaje bi wê yekê kir, "Em ji rewşa mirovî ya li Xezeyê gelekî Dilgiran in û Belçîka hemû hewlan dide ji bo ku alîkariya mirovî bigihîne wê herêmê."
Ew Îsraîlê ji bo avakirina rêyeke ewle, bê astengî û berdewam ji bo gihandina alîkariyên mirovî berpirsyar dibînin.
Wezareta Karên Derve ya Holendayê: Pêwîst e Îsraîl îsbat bike ku êrişên wê ji bo parastinê ne
Ofîsa Ragihandina Wezareta Karên Derve ya Holendayê derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ji Rûdawê re got, "Em piştgiriya Îsraîlê ya ji bo parastina xwe dikin lê divê nîşan bide ku kiryarên wê ji bo rawestandina êrişên Hemasê û gefên wê komê pêwîst in.
Divê cure, ast û tundiya êrişan li gorî êrişa ku Hemasê kiriye û metirsiyên ku ew çêdike be.
Kiryarên Îsraîlê yên piştî bidawîbûna agirbesta 18ê Adara 2025an cihê dilgiraniyeke me ya cidî ne.
Divê li ser zêdebûna hejmara qurbaniyan û mijarên bi vî rengî lêkolîn were kirin."
Hikûmeta Holendayê daxwazê ji aliyên şer kir ku pêbendî yasayên navneteweyî bin. Wezaretê tekez kir ku welatê wan "ji rewşa mirovî ya li Xezeyê gelekî dilgiran e û rewş karesat e."
Wezareta Karên Derve ya Lîtvanyayê: Nabe birçîbûn wekî çekekê were bikaranîn
Wezareta Karên Derve ya Lîtvanyayê ji Rûdawê re got, "Ji sala 2012an û vir ve, Lîtvanyayê bi qasî 800 hezar dolarî alîkariya mirovî ji Filistînê re şandiye."
Her wiha got, "Me helwesta xwe gihandiye Îsraîlê ku nabe birçîbûn wekî çekekê were bikaranîn û divê gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê were misogerkirin."
Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku ew ji rewşa mirovî ya li Xezeyê dilgiran in û pêwîst e rayedarên Îsraîlê rê bidin ku "zêdetir alîkariyên mirovî" bigihêjin Xezeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse