Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi tundî bersiva Donald Trump da û peyama wî wekî metirsîdar" bi nav kir.
Eraqçî her wiha ragihand ku hêzên wan ên çekdar di amadehiyê de ne û eger serweriya welatê wan were binpêkirin "bi hûrgilî dizanin dê li kû bidin."
Ev daxuyanî di demekê de ne ku xwenîşandanên li gelek bajarên Îranê bi berfirehî û bi tundî didomin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek belav kir û got:
"Ew kesên ku li Îranê ji ber bêîstîkrariya demkî ya bihayê dirav bandor bûne, demên dawî bi awayekî aştiyane nerazîbûna xwe nîşan dane ku ev mafê wan e."
Eraqçî ferq xist navbera xwenîşanderan û kesên ku wî wekî "têkder" bi nav kirin û got:
"Ji xeynî wê (xwenîşandanê), em bûne şahidê rûdanên tundûtîjiyê, di nav de êrişên li ser bingehên polîsan û avêtina molotofên li fermandarên polîsan."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku Donald Trump li nav welatê xwe hêz bi kar aniye û got:
"Bi liberçavgirtina belavkirina Parêzvanên Niştimanî ya ji aliyê Serok Trump ve li nav sînorên Amerîkayê, divê ew ji her kesî çêtir zanibe ku êrişên krîmînal ên li ser milkên giştî nayên qebûlkirin."
Eraqçî peyama îro ya Trump wekî "metirsîdar" bi nav kir ku "dibe ku di bin bandora wan kesên ku ji dîplomasiyê ditirsin de hatibe dayîn."
Eraqçî di dawiya peyama xwe de hişyariyeke tund da û got:
"Gelê mezin ê Îranê her desttêwerdaneke di karên navxwe de red dike.
Her wiha hêzên me yên çekdar ên bihêz di amadehiyê de ne û eger serweriya Îranê were binpêkirin bi hûrgilî dizanin dê li kû bidin."
Ev gotin piştî wê yekê hatin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar û gotibû:
"Eger Îran bi awayekî tundûtîj xwenîşanderên aştiyane bikuje ku ev edeta wan e, wê demê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê bi hawara wan ve biçe.
Em çek bi dest û ji bo tevgerê amade ne."
Li meydanên Îranê rewş gurtir bûye. Ajansa nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê Fars Newsê ragihand ku di pevçûnên vê hefteyê de 6 kesan canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse