HEWLÊR - 25 ciwanên Kurd ji Lîbyayê hatin vegerandin

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan Lîbya Ciwanên Kurd Veger Qaçaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê ragihand ku 25 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku bi awayekî neyasayî derbasî Lîbyayê bûbûn, di çarçoveya bernameya "vegera dildarî" de li Hewlêrê hatin vegerandin.

Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê Ehmed Sehaf li Balafirgeha Navneteweyî ya Mitigayê ya li Trablusa paytexta Lîbyayê di dema birêkirina welatiyan de daxuyaniyek da.

Ciwanên Kurd bi balafireke Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê ber bi Hewlêrê ve bi rê ketin.

Sehaf diyar kir ku ev operasyona serkeftî li ser fermana rasterast a Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û di çarçoveya bernameya "vegera dildarî" ya balyozxaneyê de pêk hatiye.

Sehaf da zanîn ku heta niha nêzîkî 150 welatî vegeriyane Îraq û Herêma Kurdistanê û di vê pêvajoyê de xwarin û derman ji koçberan re hatine dabînkirin û derfeta pêwendiya bi malbatên wan re hatiye dayîn.

Sehaf destnîşan kir ku ji bo kar û barên vegerandinê, ew bi saziyên pêwendîdar ên Lîbyayê re, bi taybetî bi Navenda Têkoşîna li Dijî Koça Neqanûnî ya li rojhilatê Trablusê re di nava hevahengiyeke berdewam de ne.

Her wiha hat diyarkirin ku Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê gelek caran hişyarî daye ciwanan ku tevlî torên qaçaxçitiya mirovan nebin.

Sehaf her wiha ragihand ku wan hewlên xwe yên ji bo vegerandina 12 koçberên din ên li bajarê Misratayê ku nêzîkî 250 kîlometreyan dûrî Trablusê ye, zêde kirine.

Hat zanîn ku tîmeke konsulxaneyê 4ê mehê ji bo temamkirina kar û barên vegera dildarî çûne serdana wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst