Netanyahu ji Witkoff re got: Îran ne cihê baweriyê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Steve Witkoff Benjamin Netanyahu Îsraîl Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff li Qudsê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya.

Mijara serekî ya civînê dan û standinên roja înê yên di navbera Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de bû.

Her wiha dê Witkoff bi hejmarek berpirsên din ên payebilind ên Îsraîlê re jî bicive.

Netanyahu ji Witkoff re: Îran ne cihê baweriyê ye

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê li ser civîna Steve Witkoff û Benjamin Netanyahu daxuyaniyek belav kir û got:

"Berî serdana Witkoff a ji bo civîna bi nûnerê Îranê re, serokwezîr helwesta xwe eşkere kir û got, 'Îranê gelek caran sozên xwe bicih neanîne û ji ber wê jî nabe mirov bi sozên wê bawer be'."

Witkoff dê bi Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir û Serokê MOSSADê David Barnea re jî bicive.

Daxwazên Îsraîlê

Li gorî rapora rojnameya Financial Timesê ya Brîtanyayê, ji bo civîna roja înê hinek daxwazên sereke yên Îsraîlê ji Amerîkayê hene.

Çavkaniyeke agahdar ji hikûmeta Îsraîlê ji rojnameyê re ragihandiye:

"Îsraîl ji Amerîkayê daxwaz dike ku her peymaneke bi Îranê re, rakirina uranyuma dewlemendkirî ji wî welatî, rawestandina temamî ya dewlemendkirina uranyumê, sînordarkirina çêkirina mûşekên balîstîk û rawestandina piştgiriya ji bo komên çekdar ên li herêmê li xwe bigire."

Li gorî rojnameya Brîtanî, Benjamin Netanyahu hişyarî daye îdareya Trump ku "her peymaneke lawaz tenê kirîna demê ye ji bo Tehranê."

Li gorî gotina berpirsekî payebilind ê Îsraîlî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, Netanyahu di civîneke girtî de gotiye:

"Vebijêrka şer a ji bo guhertina rejîmê ji bo me ji peymaneke bêarmanc çêtir e."

Veguhestina hêzan a bo Rojhilata Navîn

Ev serdana nûnerê Amerîkayê di demekê de ye ku Amerîkayê hêzeke mezin a leşkerî şandiye herêmê.

Li gorî rojnameya Washington Postê, keştiya balafiran a Abraham Lincoln bi hevrêtiya sê keştiyên mûşek-hilweşîner, li bakurê Deryaya Umanê hatine bicihkirin.

Her keştiyeke hilweşîner bi dehan mûşekên cureya Tomahawk hildigire.

Her wiha, du keştiyên din ên hilweşîner li rojhilatê Deryaya Spî hatine bicihkirin da ku Îsraîlê ji her êrişeke muhtemel a Tehranê biparêzin.

Di heman demê de, 23 balafirên şer ên Amerîkayê li baregeha esmanî ya Muwefeq Seltan a li Urdinê ne.

Rojname dibêje, pisporên leşkerî di wê baweriyê de ne ku şandina balafirên "EA-18G Growler" ên ku taybet in ji bo têkdana radar û pêwendiyan, nîşana wê yekê ye ku Amerîka dixwaze bikeve kûrahiya asmanê Îranê û pergalên wê yên parastinê têk bide.

Her wiha, hebûna balafirên lêgerîn û rizgarkirinê yên wekî "HC-130J" jî amajeyek e ku Pentagon pêşbîniya operasyonên metirsîdar dike ku tê de pêwîstî bi rizgarkirina pîlotan ji nava axa Îranê hebe.

Îhtimala derketina şerekî mezin

Li gorî kovara National Interestê ya Amerîkayê, ev komkirina mezin a hêzan metirsiyeke mezin bi xwe re tîne, ji ber ku her pevçûneke biçûk a li Deryaya Umanê yan Tengava Hurmuzê, dikare bi lez bibe sedema şerekî berfireh.

Li gorî kovarê, dîroka nakokiyan nîşan daye ku dema du welatên mezin hêzeke zêde li herêmeke teng kom dikin, îhtimala xeletiyên teknîkî yan têgihiştina şaş a peyaman zêde dibe.

Pispor hişyariyê didin ku eger Amerîka dest bi êrişê bike, Îran dê tenê bi parastina asmanî nemîne.

National Interest dibêje, di îhtimala derketina şer de, dibe ku Tehran plan bike komên çekdar ên nêzîkî xwe yên li herêmê han bide da ku êriş bikin û ev jî dibe sedem ku şer ji çarçoveya Îranê derkeve û tevahiya herêmê bigire.

Tevî ku beşek ji şiyanên Îranê di şerê Hezîrana 2025an de ji holê rabûn jî, depoya mûşekên Îranê hîn jî bi bandor e.

Fabian Hinz, pisporê bernameya mûşekî, dibêje ku piraniya mûşekên balîstîk ên kurt-menzîl ên Îranê bi awayekî parastî mane.

Ev mûşek bi taybetî ji bo lêdana baregehên Amerîkayê yên li herêmê û bajarên Îsraîlê hatine çêkirin.

Ev rewş di demekê de ye ku roja înê Witkoff û Ebas Eraqçî li Tirkiyeyê dicivin û ew civîn wekî hewldana dawî ya dîplomatîk tê dîtin da ku rê li ber her şerekî di navbera Amerîka û Îranê de were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst