Netanyahu diçe Amerîkayê: Rojev Îran e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Donald Trump Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo ku mijara Îranê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotûbêj bike diçe Amerîkayê.

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Netanyahu dê 11ê Sibatê li Washingtonê bi Trump re bicive.

Şertên Netanyahu

Li gorî daxuyaniya ofîsê, Netanyahu tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê di her hevdîtina bi Tehranê re sînordarkirina mûşekên balîstîk û rawestandina piştgiriya ji bo milîsên Îranê yên li herêmê hebe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îsraîl dixwaze piştrast bibe ku her peymana paşerojê ne tenê meseleya nukleerî, di heman demê de gefên din ên ewlehiyê yên Îranê yên li ser herêmê jî bigire nav xwe."

Dan û standinên li Umanê

Ev hevdîtin piştî dan û standinên neyekser ên ewil ên di navbera Îran û Amerîkayê de pêk tê ku roja Înê li Mesqeta paytexta Umanê hatibûn kirin.

Donald Trump paşê ragihand ku dan û standin dê destpêka hefteya bê ducare dest pê bikin.

Serokatiya şandeya Amerîkayê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff û şêwirmendê wî Jared Kushner dikir.

Serokatiya şandeya Îranê jî Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî dikir.

Peyama Umanê

Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr Bûsaîdî diyar kir ku dan û standinên navbeynkariyê yên cidî hatine kirin û ev dan û standin ji bo zelalkirina nêrînan bi kêr hatine.

Bûsaîdî got ku ew armanc dikin di demeke guncav de li Tehran û Washingtonê dîsa bicivin da ku encaman bi hûrgilî gotûbêj bikin.

Civînan ji saet 10ê sibehê heta 6ê êvarê ajot û bi awayekî "neyekser" hatin kirin.

Şandeyên her du welatan li heman avahiyê bûn lê Uman wekî navbeynkar tevdigeriya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst