Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee ragihand ku welatê wî û birêvebiriya Tel Evîvê di mijara Îranê de “li ser heman xetê ne.”
Huckabee di serdana lezgîn a Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya Washingtonê de li gel wî ye.
Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, Huckabee berî ku bi Netanyahu re li balafirê siwar bibe, daxuyanî da.
“Cudahiyên cidî nînin”
Balyozê Amerîkayê diyar kir ku di navbera birêvebiriya Donald Trump û Îsraîlê de derbarê dan û standinên bi Îranê re, "cudahiyên cidî nînin û lihevkirineke awarte" heye.
Huckabee ragihand ku çareserî bi Îranê ve girêdayî ye û got, "Li gorî agahiyên min, xetên sor ên Amerîka û Îsraîlê yek in."
Serdana lezgîn a Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, civîna xwe ya bi Serokê Amerîkayê Trump re ku diviyabû 18ê Sibatê bihata kirin, hefteyekê anî pêş û berî gera duyem a dan û standinên Amerîka-Îranê yên li Umanê, berê xwe da Washingtonê.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Netanyahu serdana xwe aniye pêş da ku bandorê li ser rêça dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de bike û Trump îqna bike ku tawîzan ji Îranê re sînordar bike.
Netanyahu berî ku ber bi Washingtonê ve bi rê bikeve, gotibû, "Ez dê nêrîn û prensîbên xwe yên derbarê dan û standinan de bigihînim Serok Donald Trump."
Rojnameya Îsraîlî Maariv nivîsîbû ku li Tel Evîvê derbarê siyaseta birêvebiriya Trump a li hemberî Îranê nezelaliyek cidî heye.
"Paşdegavavêtin an dem qezenckirin?"
Di nûçeyê de hatibû gotin ku li Îsraîlê bi awayekî cidî tê nîqaşkirin ka dê Amerîka bi rêya dan û standinan zexta li ser Îranê zêde bike yan dê stratejiyeke cuda bişopîne.
Her wiha hatibû diyarkirin ku ev pirs di rojevê de ye:
"Gelo dan û standin dê bibin sedem ku Îran paşde gav bavêje, yan armanc jê tenê qezenckirina demê ye ji bo vebijêrkên leşkerî?"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse