Berdevkê AK Partiyê: Hikûmeta Netanyahu her roj siyaseteke Naziyan pêk tîne

03-07-2025
Nîşan Berdevkê AK Partiyê Îsraîl Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bertek nîşanî hikûmeta Îsraîlê da û got, "Hikûmeta Netanyahu her roj siyaseteke nû ya Naziyan pêk tîne. Ev yek ji bo hemû cîhanê gef e."

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê “planên Îsraîlê yên ji bo Şerîeya Rojava” daxuyaniyek belav kir û rexneyên tund li hikûmeta Benjamin Netanyahu girtin.

Çelîk di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku daxuyaniyên endamên hikûmeta Netanyahu yên derbarê Şerîeya Rojava "êrişkariyeke nû" ne û got:

"Dê encamên vê nêzîkatiyê yên pir mezintir û nearamker hebin. Divê ev êrişkarî ji aliyê hemû cîhanê ve bê redkirin."

“Ev yek ji bo hemû cîhanê gef e”

Omer Çelîk hikûmeta Îsraîlê wekî “Naziyên nûjen” bi nav kir û wiha pê de çû:

"Hikûmeta Netanyahu her roj siyaseteke nû ya Naziyan pêk tîne. Ev yek ji bo hemû cîhanê gef e.

Divê her kes li hemberî vê êrişkariya Naziyên nûjen bi hev re tevbigere."

Berdevkê AK Partiyê her wiha helwesta partiya xwe ya derbarê çareseriya pirsgirêka Filistînê ducare kir û biland:

"Em her hewldana li dijî dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Qudisa Rojhilat e red dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst