Hewlêr (Rûdaw) - Adil Mela Salih wekî Balyozê Navenda Aştiya Cîhanî û yekane nûnerê Kurd beşdarî Kongreya Aştiya Cîhanî ya li Qahîreyê bû û wî daxwaza dewleta Kurdistanê kir.
Wî bi cilên Kurdan û Alaya Kurdistanê, di nav nûnerên zêdetirî 20 welatan de daxwaza naskirina dewleta Kurdistanê kir û referanduma serxwebûnê anî bîra wan.
"Çima em bi van hemû milyon kesan nebin dewlet?"
Adil Mela Salih bû mêvanê bernameya Roja Hiwa Cemal a Rûdawê û ragihand:
"Ji bo min û her Kurdê niştimanperwer cihê şanaziyê ye ku em di civînên navneteweyî de bi cil û bergên resen ên Kurdan û alaya pîroz a Kurdistanê çanda xwe bi cîhana Ereban û biyanî bidin nasîn.
Min bi awayekî eşkere li pêşberî nûnerên 20 welatên Ereban ragihand, heta ku avakirina dewletên Kurdan û Filistînê ji xewnê nebe rastî Rojhilata Navîn aştiyeke rast nabîne.
Min ji wan re got, 9 dewletên Ereban hene ku hejmara niştecihên wan ji hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê kêmtir e lê ew xwedî dewletên xwe yên serbixwe ne.
Wekî mînak, niştecihên Komorê nagihe milyonek kesî, her wiha Cîbûtî jî tenê milyonek kes e, Qeter û Behreyn jî nêzîkî sê milyon kesan in.
Naxwe çima em bi van hemû milyon kesan nebin xwedî dewlet?"
“Ez bi cudaxwaziyê tohmetbar kirim”
Adil Mela Salih derbarê berteka amadebûyan jî av agahî dan:
"Destpêkê bi awayekî din li min dinêrîn lê piştî axaftina min, heta ez bi cudaxwaziyê tohmetbar kirim.
Min jî di bersivê de got, ez şanaziyê pê dikim ku ez ji dewleteke veqetim ku li dijî min komkujî pêk aniye û rêzê li nirx û sembolên min ên neteweyî nagire.”
"Em ne Îraqî ne”
Adil Mela Salih bal kişand ser cûdahiya nasnameya Kurdan û got:
"Em ne Îraqî ne, ji ber ku ziman, dîrok, çand û tewr xaka me jî cuda ye.
Ji ber vê yekê mafê me ye ku em li gorî peymanên navneteweyî û prensîba mafê çarenivîsê bibin xwedî dewleta xwe.
Min ji wan re got, sedemên derve û herêmî encamên referandumê rawestandin, wekî din zêdetirî ji sedî 92yê xelkê Kurdistanê dengê 'Belê' dabû ji bo serxwebûnê."
Kongreya Navenda Aştiya Cîhanî her sal li Qahîreyê tê lidarxistin û tê de mijarên herî girîng ên bi aştî û aramiya Rojhilata Navîn ve girêdayî tên gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse