XEZE - Di tunelê de mayîn teqiya: 2 leşkerên Îsraîlê mirin, 4 jî birîndar bûn

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Refahê ya li başûrê Xezeyê, di encama teqîna mayînekê di tunelekê de, 2 leşkerên ji yekîneya bijarte ya "Yahalom" a girêdayî artêşa Îsraîlê mirin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Çavkaniyên Îsraîlî diyar kir ku yekîneya "Yahalom" di warê tespîtkirin û jiholêrakirina tûnelan de yekîneyeke pispor e.

Li gorî medyaya Îsraîlê, navên wan leşkerên ku di teqînê de mirine wiha ne: Noam Ravid û Yaly Seror.

Hejmara giştî ya leşkerên Îsraîlî yên ku li Xezeyê canê xwe ji dest dane derket 416an.

Artêşa Îsraîlê 18ê Adara 2025an ji nû ve dest bi bombardiman û êrişên xwe yên giran ên li Xezeyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst