Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Serokkomarê Îranê peywendiyeke telefonî pêk anîn. Di vê peywendiya telefonî de, Recep Tayyip Erdogan û Hesen Ruhanî têkiliyên navbera herdu welatan û pêşketinên herêmî gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Desteya Peywendiyan a Serokatiya Tirkiyê, Erdogan û Ruhanî behsa pêngavên ji bo xurtkirina têkiliyên Tirkiyê û Îranê kirine û pêşhatên li herêmê nirxandine.
Erdogan ji ber kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade ku roja 27ê Mijdarê di êrîşekê de li nêzîk Tehranê hatibû kuştin, xemgîniya xwe nîşan da û ji bo gelê Îranê û malbata wî sersaxî xwest.
Erdogan bal kişand ser dema kuştina zanayê atomî yê Îranê û got “Ev êrîş aramî û aştiya herêmê kiriye armanc, lê bawer dikim ku dê hêviyên derdorên tarî yên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin carek din vala derkevin.”
Li gor daxuyaniyê, herdu alî behsa mijara Nagorno Karabaxê jî kirin û Erdogan diyar kir ku li herêmê ketine serdemek nû û got, “di vê serdemê de dûrketina bi hestyarî ya ji her core çalakiyên ku leke bîne ser yekîtiya axa Azerbaycanê û serweriya wê giring e, avakirina aştî û aramiyek mayînde dê derfeta pencereyên nû veke; Ermenistan jî di nav de, dê ji bo berjewndiya hemû welatên herêmê baş be."
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê jî, Ruhanî jî ji ber sersaxiya ji bo kuştina zanayê atomî yê Îranê, spasiya Erdogan kiriye.
Ruhanî got, zanayê Îranî demên dawî yên jiyana xwe bi lêkolîna ji bo çêkirina kîtên destnîşankirina nexweşiya Coronayê û têkoşîna li dijî pandemiya Covid-19 re derbas dikir.
Serokkomarê Îran got, “Kuştina zanayekî wusa tawaneke mezin û çalakiyek li dijî mirovahiyê ye.”
IRNAyê ragihandiye, Hesen Ruhanî behsa pêvajoya hevkariya aborî ya di navbera Îran û Tirkiyê de jî kir û tekez kir, “ Herdu welat jî xwediyê îradeya pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganiyê ne. Lê mixabin dorpêçên DYAyê pêşxistina hevkariya aborî û bazirganiya me asteng kiriye.”
Di derbarê şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de jî Ruhanî daye xuyakirin “Pêwîste pêşî li derbasbûna terorîstan bo herêmê bê girtin.”
Serokkomarê Tirkyê Erdogan jî bal kişand ser pêwîstiya lihevhatin û hevkariya her du welatan di mijarên navneteweyî de û diyar kir, “Ji bo pêş li bandora dijminên Îslamê bigrin, çêkirna valahiya alema Îslamê pewîstiyek lezgîn e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse