Li Libyayê termên 16 koçberan hatin dîtin

05-05-2025
Nîşan Libya Koçber Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Libyayê daxuyand ku li avên rojava yên Mîsratayê termên 16 koçberan hatine dîtin.

Li gorî daxuyaniya şaxa Heyva Sor a Libyayê ya Mîsratayê, di 2 rojên dawî de li avên Libyayê termên 16 koçberan hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser daxwaza dozgeriyê, tîmên lêgerînê li herêma Mîsratayê xebatên xwe didomînin.

Li Deryaya Spî ya Naverast pirsgirêkê koçberiyê

Di pêla koçberiya neqanûnî ya ber bi Ewropayê ve, rêya Deryaya Spî ya Naverast ku di navbera Îtalya, Malta, Libya û Tunisê de dimîne salên dawî wekî rêyeke ku tevgera herî zêde lê tê dîtin derketiye pêş.

Koçberên neqanûnî ku bi piranî ji peravên Bakurê Afrîkayê didin rê û pişt re banga alîkariyê dikin.

Bi piranî ne ji aliyê peywirdarên dewletên Ewropayê ve lê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ên Ewropayî ve tên rizgarkirin.

Ev rêxistinên civaka sivîl ji ber ku dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) "benderên ewle" nadin wan carinan di veguhastina koçberên ku wan rizgar dikin de zehmetiyan dikişînin.

Bi heman rengî ew rêxistin ji ber guherînên qanûnî yên ku ji sala 2023yan ve li Îtalyayê hatine kirin di pêkanîna çalakiyên xwe de rastî dijwariyan tên.

Koçberên ku bi derfetên xwe Deryaya Navîn derbas dikin an rizgar dibin bi piranî cara ewil derbasî Girava Lampedusa ya Îtalyayê dibin ku ew devera herî nêzîk e ji bo wan.

Ji aliyê din ve, her sal gelek koçber dema hewl didin Deryaya Navîn derbas bikin ji ber qulibîna keştiyan an jî ji ber tîbûn, kêmbûna hewayê û jehrîbûna bi gaza egzozê dimirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst