Hewlêr (Rûdaw) – Birêveberê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun ji Rûdawê re ragihand ku li gorî lêkolînên wan, piraniya gelê Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê.
Roj Gîrasun derbarê nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê de axivî û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Gîrasun got, "Ji sedî 65ê gelê Tirkiyeyê piştgiriyê dide vê pêvajoyê lê tenê ji sedî 42ê wan baweriyê pê tîne."
“Xelk bawer nake PKK çekan deyne”
Birêveberê Rawestê sedema vê kêmbaweriyê bi gumanên li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve girê da û got,“Dema em pirsan dikin û lêkolînan dikin, gelek kes bawer nakin ku PKK çekan deyne.
Xelk dibêje, 'em dixwazin pêvajoya aştiyê serkeftî be lê em bawer nakin ku PKK çekan deyne û tevlî siyaseta sivîl bibe'
Danîna çekan a sembolîk, heger ev gav bê avêtin û bi raya giştî re bê parvekirin, dê siyasetmedaran jî ji bo gavên nû xurttir bike.”
“Travmaya Erdogan a sala 2015an berdewam dike”
Gîrasun bal kişand ser helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û anî ziman ku “travmaya sala 2015an” li ser wî berdewam e û ew jî bi guman li mijarê dinêre.
Roj Gîrasun got, “Ew tirs û endîşeya Recep Tayyîp Erdogan berdewam dike û ew jî ne bawer e ku PKK çekan deyne.
Piştî ku PKK çekan deyne û gavên sembolîk bên avêtin, mimkin e Recep Tayyîp Erdogan hin gavên girîng bavêje.”
Gavên pêwîst ên ji bo pêvajoyê
Roj Gîrasun gavên ku divê piştî destpêkirina pêvajoyê bên avêtin jî bi sê xalan rêz kir:
Baweriya siyasî: Avakirina zemîneke siyasî ya bi bawer.
Yasayên înfazê: Ji nû ve sererastkirina cezayên kesên ku ji ber dozên PKKê di girtîgehan de ne.
Destûreke nû: Ji bo destûreke nû divê pêvajoyek dest pê bike û piştgiriya DEM Partiyê, mixalefet û desthilatê pêwîst e ku bi hev re tevbigerin.
“Ji sedî 90ê Kurdan piştgiriyê didin pêvajoyê”
Gîrasun derbarê nêrîna Kurdan a li ser pêvajoyê jî da xuyakirin ku piştgiriya di nava wan de ji ya gelê Tirkiyeyê gelekî bilindtir e û got: “Dema em li raya giştî ya Kurdan dinêrin, em dibînin ku ji sedî 90ê Kurdan piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê.”
Biryar e ku PKK di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de yekemîn merasîma xwe ya danîna çekan di di nava 9-12ê vê mehê de li herêma Raperînê ya Silêmaniyê li dar bixe.
Rawestandina êrişên hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê yên li Qendîl û derdora wê ev demeke, zemînê ji pêvajoyê re amade dike.
Li aliyê din, îro Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku di çarçoveya "Proseya Aştî û Civaka Demokratîk" de, biryar e komeke ji gerîlayên PKKyê li Herêma Kurdistanê çekên xwe deynin û ji bo şopandina vê pêngavê bangî ojnamegeran kir ku navên xwe ji bo akredîtasyonê tomar bikin.
Hat zanîn ku di vê çarçoveyê de, koma yekem dê bi merasîmeke ku li navçeya Raperînê ya Silêmaniyê tê lidarxistin, çekên xwe deyne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse