Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Libnanê li 4 fermandarên Hizbulahê xistiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî da zanîn ku ji ber bombebaranan kesek hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.
Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 4 fermandarên Hizbulahê li başûrê Libnanê kiriye hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê li ser êrişê di daxuyaniyekê de da zanîn:
“Li bajarokê Bint Cubeylê 3 otomobîl û li bajarokê Hasbayayê malek hatin bombebarankirin.
Ji ber bombebaranan kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.”
Radyoya artêşa Îsraîlê jî derbarê êrişan anî ziman:
“Armanca bombebaranan 4 fermandarên Hizbulahê bûn.
Yek ji fermandaran hatiye kuştin û çarenivîsa sêyên din ne diyar e.”
Hizbulahê Çiriya Pêşîn a 2023yan wekî piştgiriyekê ji bo Xezeyê dest bi mûşekbarankirina Îsraîlê kir û wê jî bersiv da.
Çiriya Paşîn a borî her du aliyan agirbest kir lê bombebaranên artêşa Îsraîlê yên li başûrê Libnanê berdewam in.
Berpirsên Tel Evîvê dibêjin ku armanca bombebaranên wan çekdar û berpirsên Hizbulahê ne.
Li gorî Tenduristiya Libnanê, ji ber şer herî kêm 4 hezar welatî hatine kuştin û 17 hezar kes jî birîndar bûne.
Her wiha, hejmarek serkirde û fermandarên Hizbulahê jî hatin kuştin ku yê herî diyar Sekreterê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrullah bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse