Hewlêr (Rûdaw - Bihayê petrola brent hîn jî ji 107 dolarî derbas dibe. Tevî ku welatên hilberîner petrola rezervan xistin bazarê jî, biha neket.
Çimkî girtina Tengava Hurmizê valahiyeke wilo çêkiriye ku tiştek nikare wê kêm bike.
Girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Îranê ve ketiye roja xwe ya 23yan.
Hejmara keştiyên ku di vê maweyê de derbas bûne, ji yek li ser pênca rewşa berê kêmttir e.
Eger ev rewş bidome, cîhan dê ber bi enflasyon û krîzeke nû ya aborî ve herê.
Gefên Trump û bersiva Qalîbaf
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 21ê Adarê got, "Eger Tengava Hurmizê neyê vekirin, em dê binesaziya elektrîkê ya Îranê bikin armanc."
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî roja 22ê Adarê bersiv da û got, "Eger Amerîka li binesaziya enerjiyê bixe, em dê wilo li binesaziya Kendavê bixin ku careke din çênebe."
Amarên êrişan û ziyanên aborî
Li gorî amarên rêxistina ACLEDê, di navbera 28ê Sibatê û 22ê Adara 2026an de, her du aliyên şer 3 hezar û 538 êriş kirine.
Ji van êrişan 77 jê binesaziya enerjî, parzûngehên petrol û gazê armanc kirine.
Ev êriş li ser axa 9 welatan (Azerbeycan, Behreyn, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat, Îraq û Herêma Kurdistanê) hatine kirin.
Her çi qasî êrişên ser petrol û gazê ji sedî 2yê hemû êrişan bin jî, bandora wan a aborî gelekî mezin e.
Rêxistina Bazirganiya Cîhanê diyar kir ku eger ev biha bidome, geşeya berhemên navxwe dê ji sedî 0,3 kêm bibe.
Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) Fatih Birol got, "Vî şerî 2 qatî rûdanên berê petrol û gaz li bazaran kêm kiriye.
Rojane 11 milyon bermîl petrol û 140 milyar metre sêca gaz kêm bûye. Ji bo ku pîşesaziya enerjiyê vegere rewşa beriya şer, 3 heta 5 sal pêwîst in."
Ziyanên li Îraq û Herêma Kurdistanê
Li Îraq û Herêma Kurdistanê jî parzûngehên petrolê bûn armanc.
Vê yekê hilberîna rojane ya 3 milyon bermîl petrolê li Îraqê û 300 hezar bermîl li Herêma Kurdistanê sekinand.
Wekî mînak; êrişa li ser parzûngeha Sersingê ya 5ê Adarê, êrişa li ser xebatkarên biyanî yên li Besreyê ya 6ê Adarê û êrişa li ser parzûngeha Mecnûnê ya 16ê Adarê, sektora hilberîna enerjiyê li herêmê bi paş ve birin.
Krîza gaza siruştî: Parzûngeha 'Parsiya Başûr'
Êrişên li ser parzûngeha gaza "Bakur" (li aliyê Îranê wekî "Parsiya Başûr" tê naskirin) bazara gazê şerpeze kir û bihayê wê 2 qat zêde kir.
Ev parzûngeh, parzûngeha herî mezin a gaza siruştî ya cîhanê ye û ji sedî 19ê gaza şil (LNG) a cîhanê dabîn dike.
Beşa Qeterê (Reis Lafan) ji aliyê kompanyayên wekî Shell, Exxon Mobil û Total Energyê ve tê birêvebirin.
Beşa Îranê jî bi qasî 360 trilyon sêca gaz hildiberîne û "dilê aboriya Îranê" ye.
Pêşeroj û metirsî
Niha hemû çav li ser wê yekê ne ka gelo Amerîka dê li binesaziya elektrîkê ya Îranê bixe yan na.
Herêma Kendavê ji sedî 48ê rezervên petrolê û ji sedî 40ê rezervên gaza cîhanê li xwe digire.
Lewma metirsiya li ser zincîreya dabînkirina enerjiyê pir mezin e.
Niha bermîla petrola brent 107 dolar e lê petrola Dubaiyê gihiştiye 137 dolarî. Ev yek dikare bibe sedema krîzeke aborî ya kûrtir li seranserê cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse