Îsraîl û Sûriyeyê li ser ‘parastina Durziyan’ li hev kir

Duh li 10:40
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Durzî Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan bi Sûriyeyê re li ser "lezandina dan û standinan" û parastina Durziyan li hev kiriye.

Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê bi navbeynkariya Amerîkayê civiyan.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hûrgiliyên encama gotûbêjên bi şandeya Sûriyeyê re yên li Parîsê belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Li ser berdewamiya diyaloga bi Sûriyeyê re ji bo bihêzkirina armancên hevpar û parastina ewlehiya Durziyan lihevkirin hat kirin."

Ofîsa Netanyahu diyar kir ku Îsraîl pêbendî bihêzkirina aramî û ewlehiya herêmê ye û "pêdiviya bihêzkirina hevkariya aborî bi awayekî ku sûdê bide Îsraîl û Sûriyeyê heye."

Her wiha tekez kir ku Îsraîl li ser misogerkirina ewlehiya welatiyên xwe û rêgirtina li gefên ji bo sînorên xwe rijd e.

Amerîkayê projeyeke nû pêşkêş kir

Li aliyê din malpera Axiosê ya Amerîkî ji zarê rayedarekî Îsraîlî belav kir ku di "gera pêncemîn a dan û standinan" a li Parîsê de, Sûriye û Îsraîlê li ser "lezandina dan û standinan, zêdekirina civînan û ji bo avakirina baweriyê avêtina gavan" li hev kiriye.

Rayedarê Îsraîlî dan û standin wekî "erênî" bi nav kirin.

Her wiha rayedarekî Amerîkî ji heman malperê re ragihand, Amerîkayê ji bo gihîştina rêkeftina ewlehiyê pêşniyareke nû xistiye pêşiya Şam û Tel Avîvê.

Pêşniyar ji avakirina "herêmeke aborî ya bêçek" li her du aliyên sînorê navbera Sûriye û Îsraîlê pêk tê; hevparên herêmî soz dane ku projeya aborî fînanse bikin.

Ofîsa Netanyahu amaje bi wê yekê kir ku ev diyalog di çarçoveya "Nêrîna Serok Trump" de ye ji bo bihêzkirina aştiyê li Rojhilata Navîn.

Ev pêşhat piştî wê yekê tên ku piştî çend mehan ji rawestana gotûbêjan, şandeyeke bilind a hikûmeta Sûriyeyê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî li Parîsê dest bi dan û standinan bi rayedarên Îsraîlê re kir.

Daxwazên Şamê û Tel Avîvê

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê (SANA), Şam hewla gihîştina "rêkeftineke ewlehiyê ya hevseng" dide û dixwaze rêkeftina sala 1974an a ji bo veqetandina hêzan çalak bike.

Bi awayekî ku "hêzên Îsraîlê vekişin" wan cihên ku beriya rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an lê bûn.

Di şandeya Sûriyeyê de Berpirsê Dezgeha Îstixbaratê Hisên Selame jî cih girt.

Li hemberî vê yekê Tel Avîv ji bo parastina sînorên xwe dixwaze "herêmeke bêçek" li başûrê Sûriyeyê ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst