Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku artêşa Îsraîlê dê li mewziyên derdora Golanê û Çiyayê Şêx (Hermon) bimîne û parastina Durziyan bidomîne.
Katz da zanîn ku ew dê ji bo parastina herêmê ya ji gefên Sûriyeyê û ji bo parastina Durziyan li herêmê bimînin.
Katz, îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got ku artêşa Îsraîlê dê li mewziyên derdora Golanê û Çiyayê Şêx bimîne.
Katz diyar kir ku artêş dê li herêma ku wekî "herêmeke ewlehiyê ya pêwîst ji bo parastina Golan û Celîlê ji gefên ku ji aliyê Sûriyeyê ve tên" pênase kiriye, bimîne û wiha pê de çû:
“Yek ji dersên herî girîng ên bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn ew e ku Hêzên Parastinê yên Îsraîlê dê li lûtkeya Çiyayê Hermonê û li herêma ewlehiyê ya ku ji bo parastina civakên Golan û Celîlê ji gefên ku çavkaniya wan Sûriye ye pêwîst e, bimînin. Em dê parastina Durziyên li Sûriyeyê jî bidomînin.”
Çiyayê Şêx ê ku nêzîkî sînorê Libnanê ye û dikeve başûrêrojava yê Sûriyeyê, ji salên 1970yî û vir ve wekî herêmeke tampon di navbera Sûriye û Îsraîlê de tê qebûlkirin.
Herêm bi peymaneke vekişînê ya ku nêzîkî 50 sal in di meriyetê de bû, dihat birêvebirin.
Lê piştî ku desthilata Beşar Esed 8ê Kanûnê Pêşîn a 2024an rûxiya, Îsraîl hewl dide ku li Golanê zêdetir deveran bixe bin kontrola xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse