Îsraîlê ji bo çavdêrîkirina Îranê satelayteke sîxuriyê şand esman

06-07-2020
RÛDAW
Nîşan Heyva Destkird Îsraîl Îran Bernameya Etomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê heyveke destkird bi kalîteyeke bilind şande valahiya esmanan, ji bo çavdêriya programa etomî ya Îranê bike.

Ev heyva destkird (satelayt) a Îsraîlê taybet a sîxuriyê ye û dikare wêne û dîmenên bi kalîteyeke bilind tomar bike, tevî zanyariyên serbazî.

Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê îro ragihand ku wan karî bi alîkariya Pîşesaziya Esmanî ya welatê xwe, heyva destkird ya Ofk 16 bi serkeftî bişînin esman.

Wezareta Berevaniya Îsraîlê zêdetir zanyarî nedane, lê Radyoya Îsraîlê ragihand: Ew heyva destkird bi armanca çavdêriya çalakiyên etomî yên Îranê hatiye şandin.

Wezareta Berevaniya Îsraîlê ev yek bi destkefteke mezin da zanîn ji bo bihêzkirna ewlehiya wî welatî.

Serokê Programa Pîşesaziya esmanî ya Îsraîlê ragihand, Ew heyva destkird şiyana çavdêriya hemû rojhilata navîn heye.

Li aliyê din, ajansa Reutersê ragihand ku bûyera di bingeha etomî ya Netenz a Îranê de çêbûye, karê Îsraîlê bûye û bi bombeyeke vedayî ew bingeh teqandiye.

Ji aliyê din, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyê daxwaz ji Îranê kiriye ku di ragihandina encama lêkolînên bûyera Netenz de lezê neke, nirxandinên baş ji bo wê bûyerê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst