Neteweyên Yekbûyî: Li Lîbyayê koçber tên kuştin û firotin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Koçber Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Lîbyayê koçber tên kuştin, şkencekirin û rûbirûyî bazirganiya mirovan dibin.

Neteweyên Yekbûyî  derbarê rewşa koçberên li Lîbyayê de raporeke nû belav kir û tê de perdeyê ji ser binpêkirinên metirsîdar radike.

"Koletiya nûjen û destdirêjiya seksê"

Nûnera Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Suki Nagrayê got:

"Rewş gelekî xirab e. Koçber li nav navendên girtîgehan rûbirûyî şkence, karê bi darê zorê û koletiya nûjen dibin.

Her wiha destdirêjiya seksê wekî amûrekê li dijî wan tê bikaranîn."

Rapor pişta xwe dispêre hevpeyvînên bi 100 koçberên ji 16 welatên cuda ku salên 2024 û 2025an li Lîbyayê bûne.

Her wiha hatiye diyarkirin ku torên tawanbar bi hevahengiya hinek berpirsên komên çekdar ên Lîbyayê, koçberan ji bo standina pereyan ji malbatên wan direvînin.

"10 hezar dolar xwestin"

Koçberekî rizgarbûyî behsa serpêhatiya xwe kir û got:

"Dema em gihîştin Lîbyayê, wan bi daran li me xist û daxwaza 10 hezar dolaran kir.”

Di roja yekem de, wan ciwanek li ber çavên me kuşt, tenê ji ber ku xwest nerazîbûna xwe nîşan bide.

Paşê jî termê wî avêtin nav çolê."

Ciwanên Raperînê berê xwe didin Lîbyayê

Niha hinek kes bi rêya Lîbyayê hewl didin xwe bigihînin Ewropayê.

Li gorî amarên Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî, tenê li devera Raperînê ya Herêma Kurdistanê sala 2025an zêdetirî hezar û 500 ciwan bi armanca çûna Ewropayê çûne Lîbyayê.

Gelek ji wan jî rûbirûyî pirsgirêkên cidî dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst