Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya balafirhilgir a Gerald Ford a Amerîkayê gihişt Deryaya Spî.
Di çend wêneyên ku hatin belavkirin de, keştî li Tengava Cebelîtariqê tê dîtin ku Okyanusa Atlantîk digihîne Deryaya Spî.
Hat ragihandin ku ev yek beşek ji komkirina hêzeke mezin a Amerîkayê ya li herêmê ye.
Gerald Ford duyemîn keştiya balafirhilgir e ku birêveberiya Trump di van hefteyên dawî de şandiye herêmê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku ew li ser êrişkirina Îranê difikire.
Di hefteyên borî de jî keştiya balafirhilgir a Abraham Lincoln û çend keştiyên pê re gihiştibûn sînorê avê yê Îranê yê li Deryaya Ereban.
Taybetiyên keştiya Gerald Ford
Gerald Ford keştiya herî nû, herî bipêşketî û herî mezin a şer a Amerîkayê ye û lêçûna wê 13 milyar dolar e.
Ew keştî 22yê Tîrmeha 2017an ketiye xizmeta artêşa Amerîkayê.
Dirêjî: 337 metre
Pehnî: 78 metre
Bilindî: 76 metre
Giranî: Bi barê xwe yê tije digihîje 100 hezar tonî
Lez: Leza wê di saetekê de 55 kîlometre ye
Karmend: 4 hezar û 600 karmend û leşkeran li xwe digire
Kapasîte: Dikare 75 balafiran hilgire
Enerjî: Du reaktorên wê yên atomî yên dabînkirina enerjiyê hene
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse