Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan hêzên xwe xistine rewşa "amadebûna parastinê."
Ev biryar li gel zêdebûna gefên leşkerî yên Amerîkayê yên li ser Îranê hevdem e.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin îro bi rêya vîdeoyekê peyamek belav kir û got:
"Em zêdebûna aloziyên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin û haya me ji wan nîqaşên giştî heye ku li ser Îranê tên kirin. Artêş di rewşa amadebûna parastinê de ye."
"Tilî li ser tetikê ye"
Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan di asta herî bilind a amadebûnê de ne û anî zimên:
"Çavên me li hemû aliyan vekirî ne. Ji bo bersivdayîna her guherîna di rewşa operasyonan de, niha tiliya me li ser tetikê ye."
Defrin her wiha destnîşan kir ku hîn "di rênîşandanên parastina navxwe de ti guherîn çênebûne" û jiyan bi awayekî asayî didome.
Lê belê daxuyand ku artêş ji bo "her egera çalakiyeke Îranê yan zêdebûna aloziya leşkerî amade ye."
Divê were gotin ku Amerîkayê hêzeke mezin a deryayî li Rojhilata Navîn bi cih kiriye.
Donald Trump herî dawî got, “Ez li ser vebijêrka ‘derbeke leşkerî ya sînordar’ a li dijî Îranê difikirim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse