Netanyahu hişyarî da Îranê: Bersiva ku em bidin di xeyalan de jî nîne

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Benjamin Netanyahu Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyariyeke tund da Tehranê û ragihand ku welatê wî ji bo hemû senaryoyên leşkerî amade ye.

Netanyahu tekez kir, eger Îran êriş bike ew dê bersiveke wisa bidin ku "di xeyalan de jî nîne."

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku Benjamin Netanyahu li devera Mitzpe Ramon a Çola Negevê gotarek pêşkêş kiriye û bal kişandiye ser amadehiyên welatê xwe yên li hemberî gefên Îranê.

Divê were gotin ku nûnerên Îran û Amerîkayê li Cenevreyê ji bo çareserkirina pirsgirêka nukleer dan û standinên nerasterast dikin lê Îsraîl hîn jî bi guman li tevgerên Tehranê dinêre.

"Em bi Amerîkayê re hevaheng in"

Netanyahu got, "Aliyên tundrew red dikin ku dest jê berdin û hêzên xwe ji nû ve birêxistin dikin da ku careke din mil bidin milê hev li dijî me.

Em bi baldarî parastina xwe dikin û bi hevahengiyeke nêzîk a li gel hevpeymana xwe ya mezin Amerîkayê kar dikin."

Serokwezîrê Îsraîlê eşkere kir ku wî merc û prensîbên Îsraîlê yên ji bo her dan û standinan bi Îranê re ji Trump re zelal kirine.

"Bersiveke ku neyê xeyalkirin"

Netanyahu di beşeke din a hişyariya xwe de rûyê xwe zivirand serkirdayetiya Îranê û got:

"Em ji bo hemû egeran amade ne û tiştek misoger e, eger xeletiyê bikin û êrişî me bikin, em dê bersiveke wisa bidin wan ku xeyala wê jî nakin."

Îsraîl di wê baweriyê de ye ku Tehran dîplomasiyê wekî perdeyekê bi kar tîne da ku bernameya xwe ya nukleer û mûşekan bidomîne.

Keştiyên şer li herêmê ne

Di heman demê de, ev rageşiya nû ya di navbera her du aliyan de piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hêzeke zêde ya deryayî û asmanî şandiye Rojhilata Navîn.

Washingtonê rojên borî keştiya herî mezin a balafirhilgir a cîhanê "Gerald Ford" şand herêmê da ku bigihîje keştiya "Abraham Lincoln"ê.

Tel Evîv dixwaze piştrast bibe ku di her rêkeftina bi Tehranê re divê şiyana meyandina uranyumê bi temamî were betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst