Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya serdana xwe ya ji bo Washingtonê derbarê Xeze û pêwendiyên bi welatên Ereban re bi Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog re civiya.
Biryar e Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu sibe li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive ku hewl dide dawî li şerê 21 mehan ê di navbera Îsraîl û Hemas de bîne.
Ji aliyekî din ve, biryar e ku roja Yekşemê li Dohayê bi navbeynkariya Qeter, Misir û Amerîkayê ji bo agirbestê dan û standinên nerasterast ji nû ve dest pê bikin.
"Erkeke girîng dikeve ser milên Netanyahu"
Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog li ser hevdîtan xwe ya bi Netanyahu re daxuyaniyek belav kir.
Herzog got, "Di serdana xwe ya Washingtonê de erkeke girîng dikeve ser milên Serokwezîr.
Ew jî bipêşxistina rêkeftinekê ji bo vegerandina hemû dîlên me ye. Ev erkeke exlaqî ya herî bilind e.
Ez bi tevahî piştgiriya van hewlan dikim, heta eger biryarên dijwar, aloz û bi êş jî tê de hebin. Divê em hemû ji bîr nekin ku berdêla wê ne hêsan e."
Agirbest
Du jêderên Filistînî yên nêzîkî gotûbêjan ragihandiye ku pêşniyar agirbesteke 60 rojî li xwe digire ku di wê demê de Hemas dê 10 dilên sax û termên hin kesên din, di berdêla azadkirina Filistîniyên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin serbest berde.
Hin aliyên li Îsraîlê daxwaza rêkeftineke wisa dikin ku hemû rehîne bi yekcarî werin azadkirin.
Peymanên Abraham
Netanyahu û Herzog behsa derfeta berfirehkirina Peymanên Abraham jî kir ku di sala 2020î de bi navbeynkariya Amerîkayê hatibûn îmzekirin û bi rêya wan Îsraîlê pwendiyên xwe bi Îmarat, Behreyn û Mexribê re çêkiribûn.
Di daxuyaniya nivîsgeha Herzog de hat gotin, "Her duyan behsa derfetên kûrkirina pêwendiyan bi welatên din re, di çarçoveya destpêşxeriya Peymanên Abraham a Serokê Amerîkayê Donald Trump de kir."
Di van demên dawî de, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihandibû ku hikûmeta wî "dixwaze" ku pêwendiyên xwe bi welatên cîran Libnan û Sûriyeyê re asayî bike, di demekê de ku Şamê ragihandibû ku ji bo gaveke wiha "hîn zû ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse