Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku niyeta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nîne ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.
Li Dohaya paytexta Qeterê 23yemîn Foruma Dohayê tê lidarxistin. Hakan Fîdan jî tevlî forumê bûye û di çarçoveya forumê de ji Reutersê re axivî.
Fîdan hişyarî da ku eger plana agirbestê ya Xezeyê ya ku Amerîka piştgiriyê dide wê bi pêş ve neçe, ev dê ji bo cîhanê û Washingtonê bibe "tekçûneke mezin."
"Pêşî birêvebirî, paşê çekdanîn"
Fîdan diyar kir ku ji bo Hemas çekan deyne, divê birêvebiriyeke sivîl a Filistînî ya pêbawer û hêzeke polîsan a perwerdekirî li Xezeyê hebe.
Fîdan behsa paşeroja Xezeyê jî kir û got,"Beriya her tiştî, divê em bibînin ku komîteya teknîkî ya Filistînî birêveberiya Xezeyê digire dest, paşê divê em bibînin ku hêza polîsan ji bo ewlehiya Xezeyê tê avakirin.
Ev jî divê dîsa ji aliyê Filistîniyan ve be, ne ji aliyê Hemasê be."
Tirkiye dixwaze di çavdêriya pêkanîna peymanê de cih bigire lê Îsraîl bi tundî li dijî vê yekê derdikeve.
Fîdan da zanîn ku hêza polîsan a Xezeyê dê ji aliyê hêzeke istiqrarê ya navneteweyî ve were piştgirîkirin û Washington zextê li Îsraîlê dike da ku beşdariya Tirkiyeyê qebûl bike.
"HSD hewl dide xwe ji peymanê bide alî"
Li ser pirsa derbarê Peymana Adarê ya di navbera HSD û Şamê de ku li gorî wê divabû HSD tev li artêşa Sûriyeyê bûbûya Fîdan got ku sînyalên ji HSDyê nîşan didin ku "niyeta wan tune" peymanê bi cih bîne û li şûna wê hewl dide xwe jê bide alî.
"Nabe du artêş hebin"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser mijara tevlêbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê jî wiha got:
"Ez difikirim ku divê ew (HSD) fêm bikin ku kontrol û ferman divê ji cihêkî be.
Nabe li welatekî du artêş hebin loma tenê dikare artêşek û avahiyeke fermandariyê hebe... Lê di birêveberiya xwecihî (herêmî) de, ew dikarin bigihîjin lihevkirin û têgihiştineke cuda."
Fîdan her wiha bal kişand ser rewşa piştî rûxîna desthilata Beşar Esed û got ku hîn hinek mijarên mafên kêmîneyan nehatine çareserkirin.
Hakan Fîdan teqez kir ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê, nayê wateya "çeka vekirî" ji bo zordariya li ser ti pêkhateyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse