Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Belûçistanê ya Pakistanê beriya hilbijartinên ku dê sibê werin kirin, di êrişên bombeyî hatin kirin.
Li gor tesbîtên ewil, di êrişan de 25 kes hatin kuştin, herî kêm 38 kes jî birîndar bûn.
Têlevîzyona Geo Newsê ragihand ku li herêma Pîşînê ya Belûçistanê li pêşiya ofîsa Asfandiyar Xan Kakarê namzedê parlamenteriyê yê serbixwe êrişa bibombe hat kirin.
Di êrişê de 15 kes hatin kuştin, herî kêm 30 kes birîndar bûn.
Tê gotin, dema ku êriş hat kirin Asfandiyar Xan Kakarê li ofîsa xwe nebû.
10 kes hatin kuştin
Li aliyê din li herêma Killa Saifullahê ya Belûcistanê jî li dijî avahiya Partiya Cemiyeta Alimên Îslamê (JUI-F) êrişa bibombe hat kirin.
Di êrişê de 10 kes hatin kuştin, 8 kes birîndar bûn.
Rayedaran diyar kir, di êrişê de tiştek bi Serokê JUI-Fyê Mewlana Ebdul Wasay nehat.
Li gorî agahiyên niha, di her du êrişan de 25 hatin kuştin û 38 kes jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse