Witkoff û Kushner piştî civîna bi Îranê re çûn ser keştiya firokehilgir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner çûn serdana keştiya firokehilgir a Abraham Lincoln a li Deryaya Erebî.

Ev serdan tenê rojek piştî bidawîhatina gera yekem a dan û standinên nerasterast ên bi Îranê re pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), Witkoff û Kushner li ser vexwendina Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper çûne serdana keştiyê da ku spasiya birêvebiriya Trump bigihînin leşkerên Amerîkayê yên li herêmê.

Steve Witkoff bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan deryavan û marînz dîtine û çavdêriya operasyonên firîna balafirên şer kirine û got:

"Me ew pîlot dît ku hefteya borî droneke Îranê xistibû xwarê, dema ku dron bêyî armanceke zelal nêzîkî keştiyê bûbû."

Wî her wiha tekez kir ku ev hêz peyama Serok Trump a "aştî bi rêya hêzê" bi cih tînin.

"Keştiyeleke qerase ber bi Îranê ve di rê de ye"

Amerîka hêzên xwe yên leşkerî li herêmê dihêle.

Donald Trump doh ji rojnamegeran re ragihand ku Witkoff û Kushner bi Îraniyan re "dan û standinên gelekî baş" kirine lê hişyarî da ku hîn "keştiyeleke qerase" ber bi Îranê ve di rê de ye û anî ziman:

"Wisa xuya dike ku Îran ji bo peymanê gelekî bi daxwaz e, divê em bibînin ka dê ew peyman çi be."

Şandeyên Amerîka û Îranê 6ê mehê bi navbeynkariya Umanê civîna xwe ya yekem a rasterast û nerasterast kir.

Ev hevdîtin piştî şerê 12 rojî yê Hezîrana 2025an cara yekem pêk hatin.

Her çi qas Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dan û standin wekî "destpêkeke baş" pênase kiribe jî, Washingtonê her şeva borî ceza danîn ser 14 keştiyên petrolhilgir ên Îranê da ku zextên aborî li gel rêyên dîplomatîk bidomin.

Biryar e gera duyem a dan û standinan destpêka hefteya bê dest pê bike.

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê dibêjin liv û tevgera keştiya Abraham Lincoln û keştiyên din nîşaneya biryardariya Amerîkayê ya ji bo parastina berjewendiyên xwe û bersivdayîna her gefekê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst