Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Kirîstiyanan li Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku Papayê Vatîkanê Papa Francîs di serdana xwe ya ji bo Hewlêr û Neynewayê de, yadaşteke nivîskî ji hemû metranan wergirtiye ji bo ku peyam û daxwazên wan bigihîne welatên cîhanê.
Nûnerê Kirîstiyanan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xalid Cemal ji a Rûdawê re ragihand, ku di serdana xwe de Papa Francîs yadaşteke nivîsîkî ji hemû metranan wergirtiye ji bo ku peyam û daxwazên wan bigihîne welatên cîhanê û got, pêwendiyeke bihêz ya qedaseta Papa ligel welatên mezin ên cîhanê heye û ew dikare bandoreke mezin çê bike.
Xalid Cemal got jî, piraniya daxwazên metranan girêdayî avakirina Mûsil, Neynewa û kenîseyan in ji bo ku koçber vegerin ser xaka xwe û dest bi jiyaneke asayî bikin.
Derbarê daxwazên Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê de jî, Xalid Cemal eşkere kir, dema Papa Francîs çû Mûsil û Neynewayê bi dîtina dîmenên wêraniyê gelekî dilteng bû, lê li Hewlêrê avadanî û pêşwaziya germ dît, gelekî kêfxweş bû û serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî ji nêzîk ve pirsgirêkên Kirîstiyanan gihandin Papa Francîs.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse