Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bangî xelkê Xezeyê kir û got, “Wê derê biterikînin” û diyar kir ku wan 50 avahî rûxandine û ev destpêka êrişan e.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişên li ser bajarê Xezeyê de daxuyaniyek da.
Benjamin Netanyahu amaje pê kir ku ew dê êrişên xwe yên li ser bajarê Xezeyê dijwartir bikin.
Netanyahu bangî Filistîniyên li bajarê Xezeyê kir û got, "Xelkê Xezeyê, baş li min guhdarî bikin. Me hûn hişyar kirin. Wê derê biterikînin."
Netanyahu diyar kir ku artêşa Îsraîlê xwe ji bo êrişeke bejahî ya li ser bajarê Xezeyê amade dike û got ku komkirina hêzan a li derdora bajêr pêş-amadekariyek e.
“100 hezar kesî Xeze terikandiye”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku nêzîkî 100 hezar Filistînî ji bajarê Xezeyê derketine.
Netanyahu di axaftina xwe ya beriya civîna kabîneyê de got, “Em operasyona li derdor û navenda bajarê Xezeyê dijwartir dikin.
Em avahiyên bilind ên Hemasê ji holê radikin. Heta niha nêzîkî 100 hezar kesî Xeze terikandiye."
Netanyahu îdia kir ku Hemas hewl dide rê li ber derketina sivîlan bigire û got:
“Hemas zorê li jin û zarokan dike ku ji wan re bibin mertalên zindî. Ji bo rê li ber derketina wan bigire heta serî li tundiyê jî dide."
Netanyahu armancên şer jî wiha rêz kirin: “Ji holêrakirina Hemasê bi temamî, vegerandina hemû dîlgirtiyan û Xeze careke din gefê li Îsraîlê nexwe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse