Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îraqê yê Tirkiyeyê Macîd Lecmawî ragihand ku ji nû ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê qonaxeke gelekî girîng bû.
Balyozê Îraqê yê Tirkiyeyê Macîd Lecmawî ji Rûdawê re axivî û got ku bazirganiya salane ya di navbera Tirkiye û Îraqê de di navbera 16 û 26 milyar dolarî de ye û ew hêvî dikin ku salên pêş bigihêje 30 milyar dolarî.
Macîd Lecmawî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê wekî "girîng û çarenivîsaz" ji bo paşeroja Tirkiyeyê bi nav kir û got, “Em bi her awayî piştgiriyê didin wê pêvajoyê."
Macîd Lecmawî pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî bersivandin û ev jî pirs û bersiv in:
Rûdaw: Tu li ser ji nû ve hinartina petrolê û dan û standina bazirganî ya her du welatan çi dibêjî?
Macid Lecmawî: Bi rastî ji nû ve hinartina petrolê qonaxeke gelekî girîng bû di pêwendiyên aborî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de. Hinartina bi rêya boriyê piştgiriyê dide dagirtina kêmasiya sotemeniyê ya li Komara Tirkiyeyê.
Derbarê dosyeya aborî ya di navbera her du welatan de, ev sê sal in ku pêwendî aram e, dan û standina bazirganî ya salane di navbera 16 û 26 milyar dolarî de ye, em hêvîdar in ku salên pêş em wê bigihînin 30 milyar dolarî.
Rûdaw: Projeya Rêya Bipêşketinê niha di kîjan qonaxê de ye?
Macid Lecmawî: Me di rastiyê de ev çend sal in dest bi Projeya Rêya Bipêşketonê kiriye. Me sala 2017an dest pê bi vê projeyê kir. Qonaxa yekem li Bendera Fawê bû ku dawiya sala borî karên wê bi dawî bûn. Niha bi berdewamî kar li ser tê kirin. Me biryar daye ku em kar bi dawî bikin û kar bi awayekî cidî bi rê ve diçin.
Rûdaw: Tirkiye niha di qonaxa aştiyê de ye. Derbarê Kampa Mexmûrê pêwendiya we bi hikûmeta Tirkiyeyê re heye?
Macid Lecmawî: Bê guman. Di destpêkê de, em ji bo vê pêvajoya girîng û çarenivîsaz a ji bo paşeroja Tirkiyeya nû, li gelê Tirkiyeyê pîroz dikin. Em bi her awayî piştgiriyê didin wê pêvajoyê û em bi hikûmeta Tirkiyeyê re di nav hevahengiyê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse