Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê piştrast kir ku li Xezeyê li ser agirbestê rêkeftin çêbûye.
Di daxuyaniyeke nivîskî ya Hemasê de hat piştrastkirin ku li Xezeyê li ser agirbestê rêkeftin çêbûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hemas radigihîne ku li ser rêkeftineke li hev hatiye kirin ku bidawîanîna şerê li dijî Xezeyê, vekişîna dagirkeran, ketina alîkariyan û pevguhertina dîlan li xwe digire."
Di daxuyaniyê de spasiya navbeynkaran hat kirin û wiha hat gotin:
"Em hewlên birayên xwe yên navbeynkar ên li Qeter, Misir û Tirkiyeyê bi teqdîreke mezin pêşwazî dikin.
Her wiha em hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump jî teqdîr dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse